1. stranbêjeke kurd ê ji tradîsyona nçmê ye.. di sala 196 û tiştekî de li gundê xewiskar yê bi ser bajarê erdehanê ve ye hatiye dinyayê.. li gumuşhane û stembolê di mekteba mamostetiyê de xwendiye lê temam nekiriye, di pola dawîn de dev ji xwendina xwe ya lîsansê berdaye û di nav refên nçmê de dest bi karên xwe yên hunerî û mûzîkal kiriye, wekê hemû hunermendên kurd ên polîtîk wî jî behra xwe ji zilm û zordariyên dewleta tirk standiye û bi egera alîkarî û piştgirîkirina rêxistina terorê hatiye binçavkirin û paşê hatiye berdan.. |
|
04.12.2013 03:11 |
endazer
|
2. hozan û stranbêjê ku ji bo qurbaniyên komkujiya roboskê strane çêkriye.. |
|
04.12.2013 03:15 |
endazer
|
3. Stranbêja ku malhevala min ê tirk xwe li ser dÎn kirÎye. ji sibê heta êvarê guhdarîya stranên wÎ dike nemaze strana ''oy yare''. Sibê dibÎ ji xwe bi hozan dîno şÎyar dibim, dema nan dixwim hoxan dîno li cem min distrîne, dibÎ êvar hê jî hozan dîno li ber guhên min dibêje. bese lo evkas jÎ ne. berî da min jÎ guhdarîya hunermendê xweyê delal dikira lê belê êdÎ li ber çavên min reş buye çuye. |
|
04.12.2013 22:57 |
deqlok
|
4. stranbêjê ku dê piştî 17 salan ji xeribiyê vegere axa pîroz a kurdistanê. berê revîna ewropayê mode bû niha jî vegera kurdistanê bûye mode. ê baş e dînocan vegere tu jî vegere ma tu kêm î kemal bûrkay î lo? min çavên te yên reş û belek xwaro... |
|
20.05.2014 21:30 |
oxir
|
5. stranbêjê ku ji çend salên dûvûdirêj vegeriya welatê xwe piştre çendîn konsertan jî da, hê min bi awayekî zindî godarî û temaşeyî ferformansa wî ya zîndî nekiriye.. |
|
08.11.2014 13:29 |
ferhenga şikestî
|
6. birayê (bnr: rodî baz) e. |
|
08.11.2014 13:42 |
nazim tolhildan
|
7. stranbêjek e ku ez gelek hêjê dikim.belkî ew jî hej min dike nizanim lê bi rastî deng û stranên wi bi hev re tên. |
|
08.11.2014 16:56 |
vêca çiyeeee
|
8. (bnr: lê dayê) |
|
07.03.2015 14:28 |
ferhenga şikestî
|
9. Albûmên wî: |
|
04.07.2021 16:23 |
xwelî li ser
|
10. Hozan dîno ligel deng û awaza xwe bi gotinên stranê xwe jî bala mirov gellekî dikişîne. Çawa ku gotinên pêşîyan, gotinên navdaran, biwêj hebin mirov dikare bibêje gotinên dîno jî hene. Erê min hinekî wî firand lê heq dike. |
|
23.01.2024 15:18 |
çaya germ
|
têkiliyên ensest [1] |
|
tirşik forûm [1] |
|
wunken [1] |
|
bugs bunny [1] |
|
xwarzî [1] |